2 hevriyên me, yek ji wan di êrişa dewleta Tirk a li dijî nûqteyekî me şehîd bû.
Hevriyê me Mihemed Seîd bi nasnav Egîd Hesekê di êrişa balafirên bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li dijî navendek leşkerî li Hesekê şehîd bû.
Hevriyê me Mezlûm Osman bi nasnav Qehreman di qezayeke tirafîkê şehîd bû.
Em sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji gelê herêmê re dixwazin û soza şopandina riya şehîdan heta gihaştina armancên wan didin.
Nasnameya şehîdên me wiha ne:
Nasnav: Agirî Hesekê
Nav û paşnav: Muhemed Samir Hac Seîd
Navê Dayîk: Leyla Salih
Navê Bav: Samir
Cihê û dîroka ji dayîkbûnê: Hesekê, 1998
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Rêya Til Temir-30-5-2024
Nasnav: Qehreman
Nav û paşnav: Mezlûm Welîd Osman
Navê Dayîk: Ilham Osman
Navê Bav: welîd
Cihê û dîroka ji dayîkbûnê: Gundê Şêx Xoriz-Efrîn-1986
Cih û dîroka şehadetê: 1-6-2024
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê
2ê Hezîrana 2024an















