Hevalê me Mazlûm û hejmarek hevalên din li hember êrîşa terorîst a li dijî deriyê sereke yê nuqteya leşkerî li ber xwe dan û nehiştin terorîst bikeve nuqteyê. Terorîstê êrîşkar xwe di erebeya tê de teqand. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 din jî birîndar bûn. Hevalê me Mazlûm jî di nav birîndaran de bû, şehîd bû.
Em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê şehîd û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em tola şehîdên xwe ji wan terorîstan û kujeran hilînin. Hêzên me serçeteyê û berpirsê êrîşa terorîst tune kir. Her wiha operasyonên me yên li dijî wan dê berdewam bikin ta ku em herêmên xwe ji terora wan xilas bikin.
Nasnameya Şehîdê Me Wiha ye:
Nasnav: Mazlûm Qamişlo
Nav û paşnav: Basil Lorans El Hiso
Navê dayikê: Necle El Hiso
Navê bav: Lorans
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dolawiye- sala 1995
Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Sarya-Hesekê-18-Gulana 2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
20.05.2024
















