Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Çar Şervanên Me Li Minbic û Sirînê Gihaştin Şehadetê

  • January 7, 2025

Çar Şervanên Me Li Minbic û Sirînê Gihaştin Şehadetê

Tevî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên pêşdeçûna meydanî û dagirkirina zêde ya xakê, rastî berxwedana dîrokî û derbên giran ên hêzên me QSDˋê tên. Ji roja destpêka şer ve, bi taybet li Bendava Tişrîn, gundewarê Minbic, pira Qereqozaq û eniyên din ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî bikaranîna çekên nûjen, balafirên şer û bêmirov, tank, topavêj û çekên giran, zirarên mezin bi artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dibin.

Em îro karwaneke nû ya şervanên xwe ku di şerên rûmetê de, di cih û demên cuda de, piştî ku bi lehengî li ber xwe dan û derbên xurt li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xistin û gihiştin asta şehadetê, eşkere dikin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em soza xwe ya dewamkirina têkoşînê ji bo aramî û îstîqrara li herêmê nû dikin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Avaşîn Efrîn
Nav û paşnav: Ezîze Hisên
Navê dayik: Sebah
Navê bav: Idrîs
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn/2001
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn/3ˋê Kanûna 2025

***

Nasnav: Xemgîn Horik
Nav û paşnav: Ehmed Casim Mistefa
Navê dayikê: Hedle
Navê bav: Casim
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-gundê Horik/2003
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-gundê Cib El Hemra-7ˋê Kanûna 2024

***

Nasnav: Azad Tirbespiyê
Nav û paşnav: Hatim Mehmedû El Esaf
Navê dayikê: Şemse
Navê bav: Mehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tirbespiyê/2004
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Til Eswed-8ˋê Kanûna 2024ˋan.

***

Nasnav: Reşo Amûdê
Nav û paşnav: Mihemed Zahir El Hisên
Navê dayikê: Mehiye
Navê bav: Zahir
Cih û dîrka jidayikbûnê: Şedadê/2003
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-8ˋê Kanûna 2024

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

07.01.2025