Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Sê Hevalên Me Di êrîşên Cûrbecûr ên Li Dêrezor û Hesekê Gihaştin Şahadetê

  • February 12, 2024

Sê Hevalên Me Di êrîşên Cûrbecûr ên Li Dêrezor û Hesekê Gihaştin Şahadetê

Di êrişên cuda de yên aliyên dijber ên hewl didin tevlihevî û kuştinê li herêma me belav bikin, 3 şervanên me şehîd bûn. Şervanên me yên bi navên Şers (Ebdulqadir Receb El Îsa) û Nemrûd (Muwefeq Sewadî Xilêf) di êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn. Şervanê me Esaf Hesekê (Esaf Xelîl El Hisêno) ji aliyê çeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst ve roja şemiya borî li bajarê Hesekê hate şehîdkirin.

Em sersaxî didin malbatên hersê şehîdên xwe û hemû malbatên şehîdan ku; em ê tola wan hilînin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê şênî û herêmên xwe ji êrişên çeteyan biparêzin.

Nasnameyên Şehîdên Me Wiha ne:

Nasnav: Şers
Nav û Paşnav: Ebdulqadir El Esed
Navê Dayikê: Nûriye
Navê Bav: Receb
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 11`ê Sibatê 2024

**

Nasnav: Nemrûd
Nav û Paşnav: Miwefeq Sewadî Xiêf
Navê Dayikê: Necme
Navê Bav: Sewadî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê
: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 1`ê Sibatê 2024

**

Nasnav: Essaf Hesekê
Nav û Paşnav: Essaf Xelîl El Hesîno
Navê Dayikê: Cewhera
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 10`ê Sibatê 2024

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

12.02.2024