Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Du Şervanên me Di pevçûnên Li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn

  • March 30, 2024

Du Şervanên me Di pevçûnên Li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn

Di demên dawî de, çalakiyên terorîstî yên şaneyên DAIŞê zêde bûne. Ev rêxistina terorîstî, piştî ku zêdetirî pênc salan berê li dawî kelha xwe ya li Baxozê ji aliyê hêzên me ve hatibûn têkbirin niha ewhewl didin ku xwe jinûve birêxistin bikin. Eşkereye ku gelek welat û alî alîkariyê didin vê rêxistina terorîst da ku karibe jinûve zindî bibe.

Hêzên me -Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)- li hemû eniyan têkoşîna xwe ya li dijî vê rêxistina terorîst didomîne; ew li dû bermayiyên wê yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne ku şaneyên wê hilweşînin û endam û serokên wê digirin.


Roja Çarşema borî, dema ku şaneyeke terorîstî ya girêdayî vê rêxistinê hewl da bikeve nava bajarê Reqayê û êrîşî yek ji nuqteyên me yên leşkerî bike, şervanên me bi wêrekî li hember wan sekinîn û di encamê de pevçûn çêbûn. Terorîstek birîndar bû û hat girtin, lê du şervanên me yên bi navê Basil Mihemed El-Te’ma (ji Reqayê) û Îmad Mihemed El-Arif (Sultan Reqa) gihaştin şahadetê.


Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên van herdû şehîdan û malbatên hemû şehîdên xwe dikin. Em soz didin ku tola xwîna wan a pak bi rêya têkoşîna li dijî vê rêxistina terorîst û jinavbirina wê ji hemû herêmên xwe, hilînin. Em ê rê nedin ku ev rêxistin —an jî aliyên piştgiriya wê dikin— zirarê bidin ewlekarî û aramiya gelên me.

Nasnameya Şehîdên Me Wiha ne:

Nasnav: Reqawî

Nav û Paşnav: Basil El Tamê

Navê Dayikê: Werda El Ehmed

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şemsedîn, 1995

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 28 Adar 2024.

**

Nasnav: Sultan Reqa

Nav û Paşnav: Îmad El Erîf

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1986

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 27 Adar 2024.

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

30.03.2024