Hevrêyê me Heqî Til Temir, roleke girîng û sereke di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de lîst û di gelek pêngavên leşkerî wekî “Xezeba Firatê” û “Bagera Cizîrê” û yên rizgarkirina bajarên wekî Hesekê û Minbicê de beşdar bû. Di van pêngavan da çendîn car birîndar bû lê ji erk û xebatên xwe dûr neket. Bi şerkerî , wêrekî û dilnizmiya xwe ve dihate nasîn û ji aliyê hemû hevalên xwe ve dihate hezkirin.
Hevrêyê me Heqî Til Temir, di xebateke leşkerî de dema li ser erka xwe bû; di encama qezayekê de gihaşt şehadetê.
Di serî de em ji malbata hevrêyê xwe û ji tevahî malbatên şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin û dê xeyalên şehîdê xwe yê welatekî ewle teqez pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Heqî Til Temir
Nav û paşnav: Remedan El Salim
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: El Murebe 1995
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Xeta Rojhilat – 24.11.2024
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
26 Mijdar 2024
















