Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Pêşengê Berxwedana Destanî ya Pira Qereqozaqê: Hevrê Ezîz Ereb

  • December 18, 2024

Pêşengê Berxwedana Destanî ya Pira Qereqozaqê: Hevrê Ezîz Ereb

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên berê de hewl da çemê Firatê derbas bikin, pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê kontrol bikin. Lê ew rastî berxwedana lehengane ya şervanên QSDˋê, bi taybet şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hatin. Fermandar Ezîz Ereb ku fermandarê Lîwa Şehîd Şervan bû heta kêliya dawiyê li hember çeteyên dagirkeriya Tirk sekinî, berxwedaneke lehengane raber kir û gihişt asta şehadetê. Hevrê Ezîz Ereb ji malbateke welatparêzê ji bajarê Minbicê ye, di 2013ˋan de tevlî YPGˋê bû, perwerdeyên leşkerî, bîrdozî û siyasî wergirt.
Hevrê Ezîz Ereb li dijî rêxistina terorî ya DAÎŞˋê beşdarî gelek pêngavan bû û bi taybetî di berxwedana Kobanê ya 2014ˋan de. Her wiha beşdarî pêngava rizgarkirina Girê Spî bû. Di 2016ˋan de beşdarî pêngava rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên bajar bû. Herî dawî jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beşdarî pêngava parastina pira Qereqozaq’ê bû. Rêhevalê me Ezîz Ereb bi vîneke ji pola li dijî dagirkeran têkoşiya û gihaşt şahadetê Di serî de em ji Malbata hevrêyê xwe Ezîz Ereb û ji tevahî malbatên şehîdan sersaxî dixwazin. Em ê bi îsrar û têkoşîneke mezin hêvî û armancên şehîdan ên welatekî azad pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Ezîz Ereb
Nav û paşnav: Raid Receb El Şêx
Navê dayikê: Sefiye
Navê bav: Receb
Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic/1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Pira Qereqozaq – 10.12.2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
18.12.2024