Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Ji destpêka şoreşa me de êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me dewam kirin û bi hevkariya hêzên navdewletî bajarên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

  • September 1, 2026

Ji destpêka şoreşa me de êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me dewam kirin û bi hevkariya hêzên navdewletî bajarên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Dewleta Tirk a dagirker herdem li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng û herdem piştgiriya terorê kir. Bi taybetî têkilîya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re qet qût nebû û hertim hewl da bi rêya DAIŞ’ê aramiya herêmê têk bibe, tevliheviyê derxîne û bixe bin serwerîya xwe.

Têkilîya rasterast a dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re careke din derket holê. Nêzî 200 çeteyên DAIŞê ên piranîya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansazîyeke berfireh êrişî  Girtîgeha Sina’a a Hesekê kirin, ku 5000 çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî di serî de Hesekê xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.

Çeteyên DAIŞ’ê êvara 20’ê Çileyê saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî xwestin xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû. Di têkçûna vê êrîşê da baldarî û xwînsarîya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞê ku nîşan dan, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din Xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe. Bi vê êrîşê re di serî da dewleta Tirk a dagirker, li bendê bûn ku tiştê xeyal dikirin pêk were. Lê şervanên me ew bendewarîya wan di qirika wan de hişt.

Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekîyeke mezin nîşan dan. Di du rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şerkirin û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina deskeftîyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidest xistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Awaz Ûrmîye

Nav û paşnav: Nesrîn Ehmed

Navê dayikê: Bedîa

Navê bav: Cemîl

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

Nasnav: Cemal Xûrxûrî

Nav û paşnav: Cemal Oso

Navê dayikê: Naîle

Navê bav: Hesen

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022

Nasnav: Ehmed

Nav û paşnav: Ehmed El Nasir

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Gazî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nasnav: Enes Hesekê

Nav û paşnav: Sûfyan El Ehmed

Navê dayik: Meryem

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022

***

Nasnav: Ayaz

Nav û paşnav: Ayaz Elî

Navê dayik: Emşa

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nasnav: Tolhildan Faraşîn

Nav û paşnav: Osman Osman

Navê dayik: Edla

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nasnav: Hisên

Nav û paşnav: Hisên Hesen

Navê dayik: Xedîce

Navê bav: Ebdilbaqî

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nasnav: Ednan

Nav û paşnav: Ednan El Ibêd

Navê dayik: Aliya

Navê bav: Ode

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nasnav: Ûmran

Nav û paşnav: Ûmran Xilêf

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Silêman

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsîyê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nav û paşnav: Lûey Hisên

Navê dayikê: Ketba

Navê bav: Ebdilhemîd

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

***

Nasnav: Mîtan Qamişlo

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed

Navê dayikê: Fethîye

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSD’ê

27’ê Çileya 2022