Pêngava Bagera Cizîrê a ku 9’ê Îlonê bi pêşengtiya QSD, Meclîsa Leşkerî a Dêrazorê û YPG-YPJ ve bi armanca paqijkirina çeteyan li Dêrazor û derdorê wê destpê kir, bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di pêngavê de di navbera 10 û 11’ê Çileyê de 6 rêhevalên me li hember çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê operasyona paqijkirina mayin û bermahiyên çeteyan hatibû destpêkirin. Ji bo jiyaneke bi ewle ji şêniyên herêmê re operasyonên paqijkirinê berdewam dike. Rêhevalekî me di encama teqîna mayinekî a çeteyan çandibû de şehîd bû.
Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê bênavber berdewam dike. Bi giranî bi top û çekên giran gund û navçeyên girêdayî Efrînê û çeperên YPG û YPJ’ê topbaran dike. Di 13’ê Çileyê de encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de rêhevalekî me ku gundê Îska girêdayî li herêma Cindirêsê ye, li ser erka xwe bû şehîd ket.
Em weke YPG û YPJ’ê di şexsê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û em ê li ser şopa wan tekoşîna xwe hîn zêdetir bilindtir bikin û şoreşê mayînde bikin. Li ser vê serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Brusk Celemê
Nav û Paşnav: Welîd Elo
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 13 Çile 2018

Nav û Paşnav: Ehmed Hemze
Navê Dayikê: Nûra
Navê Bav: Ziyeb
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 10 Çile 2018

Nav û Paşnav: Ezedîn Silêman
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018

Nav û Paşnav: Ferhan Receb
Navê Dayikê: Şehîra
Navê Bav: Hemudî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hedediyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018

Nav û Paşnav: Hisên Eldexîl
Navê Dayikê: Etşe
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Behdelî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018

Nav û Paşnav: Hisên Eldexîl
Navê Dayikê: Etşe
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Behdelî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018

Nasnav: Ismaîl Girêspî
Nav û Paşnav: Ismaîl Ehmed
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Kermezet
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Çile 2018

Nav û Paşnav: Reca Siûd
Navê Dayikê: Tirfa
Navê Bav: Fadil
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 11 Çile 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Çile ya 2018