Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a Bakurê Suriyê roj bi roj ber bi tunebûyînê ve diçe. Pêngava Bagera Cizîrê ku bi pêşengtiya QSD, Meclîsa Leşkerî a Dêrazor û YPG-YPJ’ê ve hatibû destpêkirin û ji bo rizgarkirina Dêrazor û gundewarên wî hatibû armanc kirin, tekoşîna ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye meşandin bi xwe re deskeftiyên mezin avakiriye. Bêguman ev deskeftî bi bedelên giranbûha hatine bidestxistin. Ji bo ku yek çete jî li axa Rojava û Bakurê Suriyê nemîne tekoşîna me wê hertim berdewam bike.
Di dîrokên cuda de sê rêhevalên me di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin gihiştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me li Reqayê operasyona paqijkirina bermahiyên çeteyan de şehîd ketiye.
Em weke YPG û YPJ’ê tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin. Em soza pêkanîna xeyalên şehîdan a azadiyê careke din nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Cîgerxwîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Elî Ibrahîm
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 15 Çile 2018

Nasnav: Hazim Şedadê
Nav û Paşnav: Elî El Hesen
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Mijdara 2017

Nav û Paşnav: Hesen El Hisên
Navê Dayikê: Cewhera
Navê Bav: Enter
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 14 Çile 2018

Nasnav: Rênas Erzurum
Nav û Paşnav: Şahap Dogan
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Celal
Cihê Ji Dayikbûnê: Erzurum
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Çile 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Çile ya 2018