Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şerê ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin bi dijwarî berdewam dike. Bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrazorê û gelê wê ji zilma çeteyên DAIŞ’ê re şervanên QSD, YPG û YPJ asta herî jor de têdikoşin û roj bi roj şêniyên herêmê û gundên wan tên rizgar kirin.
Di dîrokên cuda de du rêhevalên me şerê ku li hember çeteyên DAIŞ’ê de tê meşandin de bi lehengî şer kirine û tevlî karwanên nemiran bûne.
Em weke YPG û YPJ tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin û tekoşîna ku şehîdên me gihandine vê astê em ê bigihînin serkeftinê. Li ser vê em sersaxiyê ji her du malbatên şehîdan û tevahî gelên me yên welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nav û paşnav: Basil Mizher
Navê dayikê: Zekiye
Navê bav: Feysel
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zor/5’ê Çileya 2018

Nav û paşnav: Beşar El-Xedban
Navê dayikê: Şehnaz
Navê bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Dêra Zor/20’ê Mijdara 2017
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Çile ya 2018