Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrazorê hatibû destpêkirin îro 5 mehê xwe temam kir û operasyonên şervanan li ser çeteyên DAIŞ’ê bênavber didome. Di çarçoveya pêngavê de 3 rêhevalên me roja 4’ê Sibatê di encama operaasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ di şexsê 3 rêhevalên me qehreman hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin.
Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Dijwar Girkêlegê
Nav û Paşnav: Mihemed El Dehiş
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Girkê Legê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4’ê Sibata 2018

Nav û Paşnav: Mihemed Cernaf
Navê Dayikê: Helala
Navê Bav: Atilla
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4’ê Sibata 2018

Nasnav: Tifîhî Til Îsa
Nav û Paşnav: Raken El Îsa
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4’ê Sibata 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8’ê Sibata 2018