Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya QSD’ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, YPG û YPJ’ê didome û roj bi roj derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn. Pêngava ku 118 roj li pey xwe hiştiye heya niha bi dehan gund, cihên stratejîk û bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin. Serkeftinên ku hatine bidestxistin bi saya tekoşîna hezaran şehîdên me ne.
Di dîrokên cuda de du şervanên me ku di pêngavê de li dijî çeteyan bi qehremanî şer kirin gihîştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yê welatparêz re dixwazin. Emê li ser şopa şehîdan bimeşin û doza wan serxînin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Welat Amudê
Nav Paşnav: Ehmed Selama
Navê Dayik: Şemsa
Navê Bav: Selama
Cihê Şehadet: Dêrazor
Dîroka Şehadet: 2018-01-01
Nasnav: Zihêr El Seyîd
Nav Paşnav: Zihêr El Seyîd
Navê Dayik: Suad
Navê Bav: Ehmed
Cihê Şehadet: Dêrazor
Dîroka Şehadet: 2017-12-27
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG
5’ê Çile ya 2018