Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • May 28, 2022

Em di salvegera şehadeta 9’emîn de hevrê Silava û Bêrîvan bibîrtînin

Şoreşa Rojava a ku bi ked û tekoşîna hezaran jinan pêk hat bi berdêlên giran ve xwe saz kir, mezin bû, nav û deng bû û gihaşte hemû jinên cîhanê. Ev şoreş bi xwîna hezaran şehîdan pêk hat ku em her dem deyndarê şehîdan e. Em di salvegera şehadeta 9’emîn de hevrê Silava û Bêrîvan […]

  • May 11, 2022

Em welatparêzê hêja Ekrem Ûstek bi rêzdarî bibîr tînin

Îro di saet 09:25’an de, li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve du êrişên bi balafirên bêmirov çêbûn. Her du êriş bi awayek hemwext hatin lidar xistin. Di van êrişan de seyareyek li ser rêya Helebê û malek medeniyan li nêzî navenda Kobanê hatin hedef girtin. Di êrişa ku li navenda Kobanê li […]

  • May 7, 2022

Em hevrêyê xwe Fedakar bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Fedakar roja 5ê Gulanê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê. Piştî dagirkirina Efrînê weke Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîneke bêeman tê meşandin. Di vê tekoşîna meya li dijî dagirkerîyê de ciwanên me berê xwe didin nav refên hêzên me ku yek ji wan jî hevrêyê me […]

  • May 7, 2022

Em hevrêyê xwe Fedakar Heleb bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Fedakar Heleb di çarçoveya Qonaxa Yekemîn a Berxwedanê Efrînê li gundê Bîyê a bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê de di dîroka 9ê Tebaxa 2018an encama şer û pevçûna di navbera yekîneyek me û dijmin de şehîd bûbû, em nasnameya hevrê şehîd ji gelê xwe re parve dikin. Hevrê yê me Fedakar Heleb […]

  • April 21, 2022

Hevrêyên me Dilar, Ronahî û Kobanê şehîd bûn

Pêvajoya ku roja îro li Kurdistanê tê jiyan kirin bi konsepteke berfireh armanca imha û tunekirina gelê Kurd û netewa demokratik dike hedef e. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên herêmî û yên navnetewî bi her awayî êrîşê Çar parçeyên Kurdistanê dike. Ev jî dide xuya kirin ku hêzên qirker ji bo berjewendiyên xwe […]

  • April 14, 2022

Em hevrêyê xwe Cîlo Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Cîlo Efrîn roja 13ê Nisanê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Cîlo li herêma berxwedanê yê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Welatparêzî wek çandek e di nav gelê me de û hevrêyê me jî bi vê çandê hem mezin bû hem jî dema pêwîst bû ji bo […]

  • April 2, 2022

Em hevrêyê xwe Mazlûm Ta’anî bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Mazlûm Ta’anî di dîroka 1ê Nisana 2022an de,  dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Mazlûm li herêma berxwedanê yê Şehbayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû welatparêz bû û cihekî şerê me yê azadiyê hatibû meşandin, hevrêyê me […]

  • February 17, 2022

Em hevrêyên xwe Cûdî, Serhed û Botan ên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin

Bi dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her çi qas ji alîyê hêzên garantoran ve sînorek ji bo dewleta Tirk a dagirker hatibe dayîn jî  lê li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê bûye hedefa dagirkeran û êrîşên bêsînor ên hewayî û bejahî pêk tên. Dewleta Tirk […]

  • February 12, 2022

Em 8 şehîdên xwe Yên Leheng bi rêzdarî bibîr tînin

Bi belgeyên ku hêzên me dest danîn ser di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 20’ê meha borî de li ser girtîgeha Hesekê, hate piştrastkirin; Dewleta Tirk a dagirker di mehên derbasbûyî de û di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zindana El-Sînaa de bi awayekî eşkere û eşkere piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê. di heman […]