Îro salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ye. Li roja 26’ê Çileya 2015’an, gelê me yê berxwedêr û şervanên me yên leheng vê serkeftinê diyariya mirovahiyê kirin. Weke tê zanîn terora DAIŞ’ê li sala 2014’an gihiştibû lutkeyê û di nav dewlet û gelên herêmê de tirsekî mezin avakiribû. DAIŞ bi gelek pêkanînên dermirovahî li gelek deveran qetlîaman çêdikir û ji ber tirsa ku li herêmê avakiribû, gelek bajar û bajarokan xistibû destên xwe. Hatibû astek wisa ku beriya ku DAIŞ biçe bajarek, artêş ji ber vê direviyan û bi awayek xwezayî vir teslîmê DAIŞ’ê dikirin. Di serdemek wisa ku terora DAIŞ’ê di lutkeyê de bû, li Îlona 2014’an êrişê Kobanê kirin. Lê ev yek bû destpêka dawiya wan.
Berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê bû hêviyek mezin û bi taybet ji çar parçeyên Kurdistanê, ji gelek aliyên herêmê, ciwan berê xwe dan Kobanê û di vê berxwedana dîrokî de cihê xwe girtin. Bi pêşengtiya hêzên me ve berxwedaniyek bêhempa hat meşandin. Piştî serkeftina berxwedana Kobanê, bi gelek pêngavên dîrokî, bajar û bajarokên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin. Herî dawî li sala 2019’an li Baxozê DAIŞ di aliyê erdnîgarî de hat xilaskirin.
Bi pêşengtiya hêzên me û bi fedakarî û lehengtiya bêhempa ya gelê Kurdistan û gelên herêmê û dîsa bi tevlîbûna şoreşgerên enternasyonal ve ev serkeftin ji cîhanê re hat diyarî kirin. Lê îro ev gelê ku li hember DAIŞ’ê têkoşîn daye û herêmê ji terora DAIŞ’ê rizgar kiriye, ji aliyê bermahiyên DAIŞ’ê ve rastî her cure dagirkerî, qetlîam û asîmîlasyonan tê. Zihniyeta DAIŞ’ê û zihniyeta ku îro Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirine wek hev in. Jixwe tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, navên xwe cuda cuda kiribin jî, bi piranî bermahiyên DAIŞ’ê ne û îro bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker ve heyfa xwe ji gelê herêmê distînin. Lê mixabin hemû cihan li hemberî wan pêkanînan bêdeng e û gelê herêmê ku binxistina DAIŞ’ê ji cîhanê re diyarî kiribû, bi qetlîam û asîmîlasyonan ve rû bi rû hatiye hiştin. Çawa ku dîrok serkeftina berxwedana Kobanê ji bîr neke, wê vê bêdengiyê jî ji bîr neke.
Em weke hêzên YPG û YPJ, weke şervanên mirovahiyê, bi boneya vê roja pîroz û dîrokî hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin û car din diyar dikin ku, em ê bi rihê berxwedana Kobanê li hember her cûre dagirkeriyê bi biryardariyek mezin têkoşîn bidin meşandin û gelê xwe, welatê xwe û nirxên mirovahiyê biparêzin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 26’ê Çile ya 2021