Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Category: Uncategorized

  • June 15, 2026

Fermandar Koçerîn, Şîlan û Kînda Sembola Fedayitiya Welat in

Şoreşa azadiyê, bi saya qehremanên ku hebûna xwe ji bo welat feda kirine, her roj mezin dibe û ber bi serkeftinê ve dimeşe. Dîroka azadiyê ya Kurdistanê, dîroka afirandina ‘Mirovê Azad’ û ‘Civaka Azad e’. Ji bo parastina nirxên civakî û mirovî şervanên azadiya welat herdem bi ked û azweriyeke bê hempa têkoşiyan. Hevrêyên me […]

  • April 25, 2026

Di Salvegera 9’an de Em Şehîdên Xwe Yên Qereçoxê Bi Bîr Tînin

Di qonaxa ku hêzên me yên parastinê li seranserî axa Sûrî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonên rizgarkirinê pêk dianîn, ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve Çiyayê Qereçoxê ango biryargeha YPG-YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Navenda Radyo Rojava û gelek saziyên leşkerî bi balafirên şer ve di dîroka 25’ê Nîsana 2017’an, di saetên sibehê de hatin hedef girtin. Di […]

  • April 1, 2026

Em xewn û xeyalên Nûdem Ararat pêk bînin

Dîroka me ya azadiyê bi ked û xwîna keç û xortên herî wêrek tê nivîsandin. Îro em careke din li ber serkeftin û fidakariya lehengeke nû ya ku ji kela berxwedanê, ji Kobanê derket û li deşta Dêrezorê bû stêrka azadiyê, em bejna xwe ditewînin. Hevala me Dilvîn Hiso ku bi nasnavê Nûdem Ararat di […]

  • March 11, 2026

Em ê li ser rêya ku Şehîd Salîh Muslim vekiriye, bimeşin

Salih Muslim bavê Welat, ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza gelê xwe û parastina mafên wan ên rewa tekoşîn kir. Bi salan xebatên siyasî û rêxistinî, wî beşdarî avakirina nirxên têkoşîn û azadiyê kir, di dîroka partî û tevgera neteweyî ya Kurd de şopek mezin hişt. Navê wî wê di bîranîna hevalên xwe û […]

  • December 10, 2025

Em rêhevalê xwe Fûat Mûstafa Sûltanî bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrêyê me Fûat Mûstafa Sûltanî di 9’ê Kanûna 2025’an dema tedawî didît şehîd bû. Rêhevalê me yê enternasyonalîst Fûat Mûstafa Sûltanî di sala 1988’an de li İran parêzgeha Şîraz navçeya Neyrîzê li nav  malbateke Faris de jidayik dibe.  Di ciwaniya xwe de ji aliyê rejîma sêdare ya İranê ve tê girtin û 3 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî derketina […]

  • November 25, 2025

Em Fermandarê Efsanewî yê Berxwedana Kobanî, Hevalê Masîro Xabûr Bi Rêzdarî Bîr Tînin

Bi xemgîniyeke mezin me bihîst ku yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanî û her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê heval Bedirxan Abo (Masîro Xabûr) gihaştiye şahadetê. Heval Masîro, ku di dema berxwedana Kobanî de hatibû Rojava, bi taktîkên xwe yên fermandariyê û ruhê xwe yê […]

  • November 18, 2025

Em hevriyê xwe Simko Dilpakê bi rêzdarî bi bîr tînin

Em hevriyê xwe Simko Dilpak bi navê xwe yê rast Diyarî Ehmed Hewla ku di 13’ê Mijdara 2024’an de di encama lêdana balafirê bêmirov ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker de gihişt asta şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê şervanê xwe yê dilsoz Simko Dilpak; xwediyê keda salan […]

  • November 4, 2025

Em Heval Cemşîd Elî Esker, Fermandarê Berxwedana Kobanî bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Me bi xemgîniyeke kûr şehadeta hevalê xwe Cemşîd Elî Esker ku yek ji fermandarê pêşeng ê Berxwedana dîrokî ya Kobanî bihîst. Em Hevalê Cemşîd ku pêşengiya Berxwedana Kobanî kir û bû sedem ku ev berxwedan bigihêje asta cîhanî, bi rêzdarî bîr tînin. Em ji bo şehadeta Heval Cemşîd sersaxiyê ji hemû gelê xwe re, bi […]