Encamên agahiyên berfireh a di derbarê çalakiyên li hemberî artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê de ku tên meşandin wiha ye;
1. Di dîroka 27’ê Adara 2018’an de li navçeya Şêrawa a girêdayî Efrînê gundê Kibêşînê komek girêdayê hêzên me li hember hêzên artêşa dagirker ya Tirk û çeteyên girêdayê wê re çalakiyek lidarxistiye. Di vê çalakiyê de hêjmarek leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê hatiye kuştin, di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyek zelal negihiştiye destê me. Di vê çalakiyê de hevalê me Ciwan Palu di encama şerekî dijwar de bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadete.
2. Di roja 19’ê Pûşperê li qada Kefer Mizê a girêdayî Şera ya Efrînê leşkerên dijmin û çeteyên ku li wir bicîh bûbûn yekîneyekî me li hember wan çalakiyek lidarxistiye. Encamê çalakiyê ji aliyê me nehatiye zelalkirin, di encama şerê ku derketiye rêhevalê me Bahoz Tekman heya dawîya gûleya xwe şer kiriye û tevlî kerwanên şehîdan bûye.
3. Me di daxuyaniya xwe a bi dîroka 28’ê Pûşperê de di derbarê şerê di 2 û 4’ê Nisanê de ya hêza leşkerên Tirk û çeteyên girêdayê wê ku li çiyayê Hewar ya girêdayê navçeya Reco a Efrînê de bicîh bûbûn ji aliye komek me ve çalakiyek hatibû lidarxistin ragihandibû. Di vê çalakiyê de dijmin wendahiyek mezin daye, mewziyên wan hatibû îmhakirin. Di encama vê çalakiyê ku hatibû lidarxistin 3 hevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadete.
Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye;

Nasnav: Ciwan Palu
Nav û Paşnav: Mahsum Karadag
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Naîm
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – Gundê Kibêşînê / 27’ê Adara 2018’an

Nasnav: Bahoz Tekman
Nav û Paşnav: Elî Seîd Cîhanoglu
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Sayim
Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Kefer Mizê / 19’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Argeş Botan
Nav û Paşnav: Îbrahîm Îrtegûn
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Abdulqadir
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018’an

Nasnav: Brusk Amed
Nav û Paşnav: Abdullah Ersan
Navê Dayikê: Rahîme
Navê Bav: Elî
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018’an

Nasnav: Welat Rûmet
Nav û Paşnav: Fatma Sabah
Navê Dayikê: Duriye
Navê Bav: Muyîdîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco – Çiyayê Hawar 2’ê Nîsana 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30’ê Pûşpera 2018