Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 3 rêhevalên xwe yên ku di du qezayên cûda de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

  • November 10, 2018

Em 3 rêhevalên xwe yên ku di du qezayên cûda de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

Di navbera dîrokên 4 û 8’ê Mijdarê de 3 rêhevalên me li Dêrazor û Amûdê di encama qezayên trafîkê de şehîd ketin.

1. Di şerê bi dawîkirina terorê ya ku li hember xaka dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê ya li herêma Hecîn ya ser bi Dêrazorê ve tê meşandin de hêzên me YPG û YPJ cîhekî aktîf digirin. Di vê navgîna şer ya dibe cîhê pevçûnên giran de, roja 4’ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê de rêhevala me Ronya Nisêbîn şehîd ket.

2. Di roja 8’ê Mijdarê de di encama qezayeke trafîkê ya ku li bajarê Amûdê qewimî de 2 rêhevalên me şehîd ketin. Nasnameyên her du hevalên me yên ku şehîd ketin wiha ne;

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Ronya Nisêbîn
Nav û Paşnav: Sultan Bulca
Navê Dayik û Bav: Xezal – Muhîttîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 04. 11. 2018

Nasnav: Elî Besrawî
Nav û Paşnav: Elî Besrawî
Navê Dayik û Bav: Şaha – Îzedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê – 08. 11. 2018

Nasnav: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Fîraz Mihemed
Navê Dayik û Bav: Xezal – Xalid
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê 08. 11. 2018

Em rêhevalên xwe yên ku bi hemû hêza xwe bi têkoşînê ve hatin girêdan û ji bo azadiya gelê xwe bûn xwedî sekna herî fedakar, bi rêzdarî û minet bibîr tînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10’ê Mijdara 2018