Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe yê kû di encama qezayekê de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin

  • November 19, 2018

Em rêhevalê xwe yê kû di encama qezayekê de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Elî Xebat dema li bajarê Dêrîkê bi erka xwe radibû, di 15’ê Mijdarê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket.

Rêheval Elî Xebat li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê ji dayîk bû. Piştî şoreşa Rojava destpê dike ew jî wek ciwanekî Kurd erka xwe dibîne, ku tevlî nav şoreşê bibe û rola dikeve ser milê wî di parastina gel û welatê xwe de pêk bîne. Li ser vê bingehê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û cihê xwe di nav refên YPG’ê de digire, bi vê biryar û hestê heya dawiyê têkoşîn dimeşîne.

Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Elî Xebat
Nav û Paşnav: Bawer Cewher
Navê Dayik û Bav: Bexal – Beroj
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik – 15. 11. 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19’ê Mijdara 2018