Me daxuyaniya xwe da ragihandibû ku di dîroka 24’ê Mijdarê de li eniya Hecînê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên giran qewimîbû û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê piştî derbên giran xwarin neçar man ku paşde vekişin. Di vê şer û berxwedanê de rêhevalê me Şiyar Cefer piştî berxwedaniyeke bêhempa şehîd ket.
Em rêhevalên xwe yên ku ji bo azadiyê têkoşiyan û bi qehremanî gihîştin şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîd û gelê xwe re dixwazin.
Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Şiyar Cafer
Nav û Paşnav: Mehmûd Helewî
Navê Dayik û Bav: Cemîle – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor- 24. 11. 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Kanuna 2018