Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Taha Efrîn ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin

  • December 8, 2018

Em rêhevalê xwe Taha Efrîn ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin

Bi daxuyaniyeke nivîskî ku di 7’ê Kanunê de hat weşandin de me ragihandibû ku rêhevalek me di pevçûnên ku di encama çalakiyeke hêzên me yên li ser baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li Efrînê hat lidarxistin de şehîd ketiye.

Heval Taha li gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Heval Taha yê ku di vê herêma ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tê de geşe da, mezin bû û bi pêk hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê berê xwe da nav refên hêzên şoreşger, bi armanca parastina destkeftiyên gelê Kurd. Bi sedema êrîşên dagirkerî û qirkerî yên li ser Efrînê, devera ku heval Taha tê de mezin bibû, berê xwe dide nav refên YPG û tevlî têkoşînê dibe. Bi sekna xwe ya şoreşger û tecrubeya ku di nav têkoşînê de bidest xistî her tim bi armanca li dijî dijmin sekinandin, her tim cîhê xwe di çeperên herî pêş de girtiye.

Di şexsê hevrê Taha de, em hemû şehîdên xwe yên ku di têkoşîna li dijî dagirkerî û mêtingeriyê de şehîd ketin bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Di serî de ji malbata rêheval Taha re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Taha Efrîn
Nav û Paşnav: Taha Kîto
Navê Dayik û Bav: Fîdan – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 05. 12. 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 8’ê Kanuna 2018