Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Hîwa û Bakûr bi rêzdarî bibîr tînin

  • January 7, 2019

Em rêhevalên xwe Hîwa û Bakûr bi rêzdarî bibîr tînin

Hevalek me di 7’ê Kanuna 2018’an de li Dêrikê, hevalek me di 5’ê Çileya 2019’an de li Dêrazorê gihîştin şehadetê. Agahiyên li ser şehadetên hevalên me bi vî rengî ne;

1. Rêhevalê me yê enternasyonalîst Hîwa Bosco di 7’ê Kanuna 2018’an de li Dêrikê di encama qezayekê de şehîd ket.

Bi hezaran şervanên ji her netewe, di demeke ku têkoşîna me mezin û xurt dibe de, berê xwe dan Rojava û bûn kedkarên şoreşê. Yek ji van lêgerînvanên azadiyê jî rêheval Hîwa Bosco yê ku bi eslê xwe ji Îtalyayê ye. Wek her şervanek enternasyonal yên ku ji navgîna azadîxwaz û demokratîk a şoreşa Rojava bandor bûn, rêheval Hîwa jî bi heman hest û hizrê berê xwe da nav refên azadiyê. Di dirêjahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi aliyên xwe yên kedkar û jêhatî li pêş bû û bû xwedî seknek mînak a jiyana şoreşgerî. Her tim veguhertina di kesayeta xwe de esas girt û vê yekê li ser rêgezên pîvanên têkoşîna azadiyê pêk anî. Heya kêliya dawî ya jiyana xwe jî her tim li ser vê xeta ku pê bawer bû meşiya.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, li bajaroka Hecîn û bejahiya wê operasyonên xwe yên li hember DAIŞ’ê didomînin. Di 5’ê meha Çileyê de, li herêmê di dema operasyonê de hevalek me di encama şer û pevçûnan de şehîd ket.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Hîwa Bosco
Nav û Paşnav: Giovanni Francesco
Navê Dayik û Bav: Vittoria – Pietro
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik 07. 12. 2018

Nasnav: Bakur Qeremox
Nav û Paşnav: Baqir Nehsan
Navê Dayik û Bav: Wemeriye – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 05. 01. 2019

Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Çileya 2019