Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevriyê xwe Qehreman Bilbilê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • July 24, 2025

Em hevriyê xwe Qehreman Bilbilê bi rêzdarî bi bîr tînin

Em hevriyê xwe Qehreman Bilbilê bi navê xwe yê rast Ebid Elrehman Mihemed Mihemed ku di Rêzbera 2025’an de dema ku li ser Erka xwe bû bi qezeyekê gihaşt asta şihadetê bi rêzdarî em bi bîr tînin . Em hevriyê xwe Qehreman Bilbilê yê ku di oxira azadî û serfirazîya welatê xwe de heya kêliya dawî têkoşiya bi hurmet û minetdarî em bi bîr tînin , ji gelê xwe û malbata hevrê Qehreman re em sersaxî dixwazin û soza dewamkirina riya hevriyên xwe û pêkanîna xeyalên wan em careke din nû dikin .
Hevrê Qehreman ku li warê berxwedanê Efrîna rengîn di hembêza çiyayên kurmênc de li navçeya Bilbilê di sala 2002’an de ji dayîk dibe , di nava malbeteke welat parêz de bi hestê welat heziyê mezin dibe , lewra malbata hevrê Qehreman ji zû ve rêxistinê nas dike û bi welatparêziya xwe tên naskirin , hevrê qehreman dibe şahidê wehşiyeta êrîşên dagirkeriyê li ser bajarê Efrînê ku çawa dagirkeriya tirkiyê bi hemû hêz û qeweta xwe êrîş anîn ser gelê sivîl û komkûjî di derheqê gelê Efrînê de pêk anîn û xwediyê axê ji nava mal û milkên wan bi darê zorê kûçber kirin , piştî wê jî careke din li pêşiya çavên dinyayê êrîşên xwe bi ser gelê Efrînê yê koçber de li herema Şehba anîn û cara duyem gelê Efrînê yê berxwedêr yên ku herema şehba xistin qadeke tekoşîn û lehengiyê û li hemberî siyasetên înkar kirin , talan kirin , û guhartinên demografîk sekinîn û ji bo vegera li warê xwe her di nava tekoşînek bê hempa de bûn . Dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê bi wehşîyet êrîş anîn ser kampên kûçberan û carake din bi darê zorê dane kûçber kirin , hevrê Qehreman bû şahidê van bûyeran û hemû bi çavên xwe dîtin û ji bûna ku bibe parêzvanê gel û welatê xwe û di tekoşîna Rizgariya bajarê xwe û hemû deverên dagirkirî de cih bigre , di sala 2018’an piştî dagirkirina Efrînê berî dide nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê û bi hêrs û dilsozî xwe berpirsyarê tekoşîna pîroz dibîne . Hevrê Qehreman di çalakiyên ku li ser dagirkeran de dihatin kirin gelek caran cihê xwe digirit û bi rihê berxwedana serdemê ya dîrokî bi hevriyên xwe re di çeperên rûmetê de ji bo parastina gelê xwe ji êrîşên neyaran bi îrade û dilsozî li ber xwe dida.

Rêheval Qehreman weke milîtanekî azadiyê ji roja ku tevlî bûyî û heyanî kêliya dawî bi sekinekî herî xort tekoşîn da meşandin . Di jiyana xwe ya şoreşgerî de erka rêhevaltiya herî rast pêk anî . Bi sekin û tekoşîna xwe ya demê ji bo hevriyên xwe her dem bû mînak û navê xwe di nava rûpelên şoreşê de bi tîpên zêrîn neqişand.

Bi hevrê û hogirên xwe re li ser şopa Rêhevalên şehîd yên ku di tekoşîna azadiyê de li Rojavayê kurdistanê ji bo parastina nirx û mîrasên şoreşa pîroz yê ku îro bûye mînakeke dîrokî ku çawa li hemberî dijmin û neyaran tekoşîn kirin û terora ku dinya hemû jê tirsiya bû , bi xwîna xwe ya zelal axa welêt avdan û dawî li terorê anîn û bûn sedem ku îro rojavayê kurdistanê bi aşitî û aramî jiyan bike û bi zimanê dayikê xwe bidin nasîn.

Di serî de em ji malbata hevrê Qehreman Bilbilê ya hêja re û ji gelê me yê Efrînê re û tevahî gelê kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em weke hevriyên wî soz didin ku emê her demê girêdayî xeta rêhevalên şehîd bin û ji bo pêkanîna armanc û xeyalên wan her di nava tekoşînê de bin û asta tekoşîna xwe li hemberî dagirkeran mezintir bikin.

Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd wiha ye :

Navsnav : Qehreman Bilbilê
Nav û Paşnav : Ebdil Rihman Mihemed Mihemed
Navê Dayikê : Semîra
Navê Bav : Mihened
Cih û Dîroka Şehadetê : 22 Rêzbera 2025’an

Hêzên Rizgariya Efrînê
24 Rêzber 2025