Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Hevalê me Zinar Amed – Mûsa Mihemed Korcî şehîd nebûye

  • June 7, 2025

Hevalê me Zinar Amed – Mûsa Mihemed Korcî şehîd nebûye

Di dîroka 5ê Sibata 2025an de, bi riya daxuyaniyeke (https://sehiden-rojava.net/8-rehevalen-me-ji-bo-parastina-gele-xwe-bi-fedai-ser-kirin-u-gihistin-sehadete/) fermî me nasnameya hevrêyê xwe Zinar Amed – Mûsa Mihemed Korcî eşkere kir. Di daxuyaniyê de me da zanîn ku hevrêyê me di şer û pevçûnên dijwar ên li dijî artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê de li Herêma Efrînê, navçeya Şêrewayê, şehîd bûye.

Piştî lêkolînan ên ku ji aliyê hêzên me ve hatin kirin, aşkere bû ku hevalê me Zinar şehîd nebûye. Me ji nû ve pêwendiya xwe bi hevrêyê xwe Zinar Amed re saz kir û ew niha vegeriyaye ser erka xwe.

Li hember vê yekê em pabendbûna xwe bi prensîba şefafî û zelaliyê bi gelê xwe re piştrast dikin. Em dagirkeriya Tirkiyeyê berpirsiyarê tevliheviya li herêmên dagirkirî dibînin. Dagirkeriya Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk dixebite ku tevliheviyan biafirîne û raya giştî şaş bike.

Di nava tevliheviyên ku li Sûriyeyê çêbûne de dagirkeriya Tirkiyeyê sûd ji wan tevliheviyan wergirt û hewil da ku gelê me yê Efrînê di qirkirinê re derbas bike. Lê hêzên me di çarçoveya parastina gelê xwe de roleke girîng girt ser milê xwe û pilanên dagirkeriyê vala derxistin, û nehiştin ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bighêjin armancên xwe.

Hêzên Rizgariya Efrînê
7ê Pûşperê, 2025