Pêşketinên mezin yên şoreşgerî yên li Bakurê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin derxistin holê û mizginiya bi dawîkirina terora DAIŞ’ê da dinyayê. Ev serkeftina dîrokî ya ku bi Newroza 2019’an destpê kir, bi serkeftina Dêrezorê re ji hemû mirovahiyê re hate diyarîkirin. Du sal beriya niha, di dîroka 25’ê Nîsana 2017’an de ji alî dewleta Tirk a dagirker ve li hember çiyayê Qereçoxê ya bi ser bajarê Dêrikê ve êrîşek hat pêk anîn. Di van êrîşan de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd ketin û dewleta dagirker xwest ku pêşketina me ya li Reqayê ya li hember DAIŞ’ê asteng bike. Dewleta dagirker her tim pêwendiyên xwe yên bi DAIŞ’ê re parastî ye û ji bo ku ev teror bibe belaya serê cîhanê her tişt kiriye.
Îro gelê Kurdistanê û gelê Sûriyê bi berdêlên mezin û bi armanca avakirina jiyana hevpar û demokratîk, bi sedan keç û lawên xwe feda kirine. Di encama van berdelên da DAIŞ di herêmê de di warê fîzîkî de hatiye tunekirin û têkoşîna me derbasî qonaxeke nû bûye. Di armanca êrîşên dewleta dagirker ya li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza hevbeş ya têkoşînê û astengkirina van pêşketinan hebû. Îro em weke YPG û YPJ’ê çawa li hember her êrîşê bi şereke berxwedanê ya mezin bersiv didin, ji bo bîranîna hevalên me Ristem Zêdan, Jiyan Amed, Heqî Bagok û Nûda Gulbihar em bi dawîkirina terora DAIŞ bersiv didin. Wê têkoşîna me hîn jî xurttir bibe û bidome. Her êrîşeke faşîzan, her ji ku der tê bila werê, wê bi şereke berxwedanê ya mezin were bersivandin.
Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em ê paşerojek azad bi serkeftinan ve dagirtî diyarî gelê xwe bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 25’ê Nîsana 2019