Gelên ku nikarîbûn lehengên mezin biafirinîn, ji nav dîrokê tune dibin. Gel, bi lehengên ku diafirînin tên ser ziman û bi têkoşîneke bi azwerî dîrok dinivîsînin. Lehengên gel di diyarkirina paşeroja azad û bedew ya gelan û mirovahiyê de roleke girîng dilîzin. Gelê me li Rojava karîbû li dijî êrîşan bi lehengên ku afirandiye bibe bersiv û bi vî awayî, bi şereke destanî karîbû rûmeta mirovahiyê biparêze.
Herî dawî di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê jî bi dehan hevrêyên me bi têkoşîneke bê hempa tevlî karwana şehîdan bûn, bi şerê xwe di rêya paşeroja azad ya gelan de bûn findek. Rêheval Sînan Amed (Osman Çelik) jî di pêvajoya seferberiyê de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Rêheval Sînan yê ku di nav refên YPG’ê de bû xwedî roleke girîng di nav şoreşa Rojava de, di serî de li Reqa, Tebqa û Minbic; li gelek operasyonên krîtîk de cîhê xwe girt. Bi alaya di bin fermandeya xwe de tevlî berxwedana Efrînê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bû, di dîroka 4’ê Adara 2018’an de li navçeya Raco tevlî karwana şehîdan bû. Rêheval Sînan bi hişmendiyeke welatparêziya kûr ji bo hemû parçeyên welat, li hember hemû êrîşên ku li dijî şoreşa Rojava pêş ket bi azweriyeke mezin tevgeriya û têkoşiya, û di têkoşîna xwe de bû gazî. Bû xwedî sekneke wêrek û çavnetirs di eniyên herî pêş yên şer de. Hevrê Sînan yê ku evînek mezin ji 7 heya 70’ê di nav dilê xwe de xwedî dikir, bi coşa xwe ya bilind vê evînê li derdorê xwe jî belav dikir. Di rûkeniya wî de ev girêdan û evîndarî vegeriya sekneke bawerî û dilnizmiyê.
Em weke hevalên wî yên çekê ji malbata hevrê Sînan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê heval Sînan hevalên xwe Cuma, Mahir û Nûda bi minnet bibîr tînin. Em careke din soza girêdana bi şehîdên xwe re didin. Em careke din destnîşan dikin ku em ê bi îdia û biryardariya têkoşînê tevbigerin heya ku em hêvî, bêrîkirin û bendewariyên gelê xwe pêk tînin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 14’ê Gulana 2019