Şoreşa Rojava di dîroka xwe ya berxwedanê de gelek lehengên mezin afirand. Li dijî şerê dagirkerî û tunekirinê ku li gelê me tê ferz kirin, civata fedayî yên ku xeyalên azadiya gel dan ser milê xwe, li dijî dagirkeriyê bi biryardarî, bawerî û îradeyeke mezin têkoşîn meşandin. Li ser vê bingehê yek ji van berxwedanan jî ‘’Şerê Berxwedana Serdêmê’’ bû ku mohra xwe li dîroka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriye xist. Di pêşengtiya YPG-YPJ û hêzên QSDê de bi rojan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser ve berxwedaneke dîrokî hat raber kirin. Fermandarê mezin Rizgar Dêrik jî heman wek Avesta û Karkeran her wiha gelek şehîdên din şerê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi berxwedaniyekê gihişte şehadetê. Li hember êrîşên dagirkeriyê ku gelê me û welatê me dike hedef, bi ruhê fermandar Rizgar Dêrîk, Avrîn, Bawer, Cîhan, Çekdar, Goran û Zerdeşt em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Fermandarê mezin hevrê Rizgar Dêrik li bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bûye. Ji roja ku Şoreşa Rojava destpêkir, fermandar Rizgar di hemû eniyên berxwedanê de li hember terora DAIŞ’ê wek fermandar rol girt û têkoşiya. Fermandar Rizgar, ji roja ku tevlî şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bû hetanî şehîd jî ket, di nava jiyanê de bibû çavkaniya hêz û baweriyê û her tim kesayeta xwe yê pêşeng û fermandariyê parast. Bi sekna fermandareke bi biryar û wêrek li hember hêzên paşverû û dagirker berxwedaneke bêhempa da raberkirin. Fermandarê mezin hevrê Rizgar, di nav şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de, erk û berpirsiyartiyên xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî. Di şexsê fermandar hevrê Rizgar Dêrik de, têkoşîn û bîr anîna ku ji mere hiştiye ta ku em bigihînin zaferê û ji bo parastina şoreşa azadiyê ya Rojava cardin em soz didin.
Nasnameya şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Zerdeşt Çiya
Nav û Paşnav: Nêçirvan Çağatay
Navê Dê û Bav:Meryem – Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 2018-07-07

Nasnav: Rizgar Dêrik
Nav û Paşnav: Ismet Îsmayîl
Navê Dê û Bav: Sedîqa – Kûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 07.07.2018

Nasnav: Goran Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ehmed Şêxo
Navê Dê û Bav: Îlham – Fûat
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 2018-07-07

Nasnav: Çekdar Kato
Nav û Paşnav: Omer Temel
Navê Dê û Bav: Soylemez – Kemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 07.07.2018

Nasnav: Cîhan Botan
Nav û Paşnav: Zehra Ozmen
Navê Dê û Bav: Husniye – Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 07.07.2018

Nasnav: Bawer Sîser
Nav û Paşnav: Ehmed Îlhan
Navê Dê û Bav: Xezal – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 07.07.2018

Nasnav: Avrîn Garzan
Nav û Paşnav: Sozdar Şêxo
Navê Dê û Bav:Îlham – Esad
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 07.07.2018

Nasnav: Armanc Avareş
Nav û Paşnav: Mihemed Hesen
Navê Dê û Bav: Kelîme – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 07.07.2018
Em di şexsê 8 rêhevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Kanuna 2019