Rêhevalê me bi nasnav Diyar Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, li Helebê di dîroka 13’ê Sibatê de encama nexweşiyekî de şehîd bû.
Hevrê Diyar Efrîn yê ku li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû û mezin bû, ji berxwedana dîrokî ya li Efrînê bandor bû û di nav refên şoreşa azadiyê de bi awayek çalak cîhê xwe girt. Hevrê Diyar, bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng ya têkoşer.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Diyar Efrîn
Nav û Paşnav: Ahmed Kedro
Navê Dê û Bav: Elîf – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 2020-02-13
Em di şexsê hevrê Diyar Efrîn de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîdê xwe re û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.