Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Şehîd Destan, Şehîd Ciwan û Şehîd Şervan bi rêzdarî bi bîr tînin

  • May 5, 2021

Em rêhevalên xwe Şehîd Destan, Şehîd Ciwan û Şehîd Şervan bi rêzdarî bi bîr tînin

Rêhevala me Destan Ronî, di roja 30’ê Nîsanê di encama nexweşiyê de şehîd ket.

Rêheval Destan di nav malbatek welatparêz de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Bi çanda welatparêziyê kesayeta xwe avakir û ji bo ku li hember paşverûtî û dagirkeriyê têbikoşe tevlî refên YPJ’ê bû. Rêheval Destan di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û heta kêliya dawî jî di vê xetê de erk û berpirsiyartiyên xwe bi biryardariyek mezin bi cîh anî.

Rêhevalên me Ciwan Amed û Şervan Hesekê, di roja 3’ê Gulanê li bajarê Hesekê di encama qezaya trafîkê de şehîd ketin.

Hevrê Ciwan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê pêş diket û mezin dibû tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Ciwan ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û bi vê sekna xwe ve, her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Hevrê Şervan, li bajarê Hesekê di malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bi bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Şervan, erk û berpirsiyariyên xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Destan Ronî
Nav û Paşnav: Emine Demirtaş
Navê Dayikê: Surye
Navê Bav: Fahri
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 30 Avrêl 2021

Nasnav: Ciwan Amed
Nav û Paşnav: Baran Çîçek
Navê Dayikê: Afîfe
Navê Bav: Mîrzedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021

Nasnav: Şervan Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Seîd
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021

Navenda Ragihandina YPG | 5’ê Gulana 2021