Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Di Salvegera 9’an de Em Şehîdên Xwe Yên Qereçoxê Bi Bîr Tînin

  • April 25, 2026

Di Salvegera 9’an de Em Şehîdên Xwe Yên Qereçoxê Bi Bîr Tînin

Di qonaxa ku hêzên me yên parastinê li seranserî axa Sûrî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonên rizgarkirinê pêk dianîn, ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve Çiyayê Qereçoxê ango biryargeha YPG-YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Navenda Radyo Rojava û gelek saziyên leşkerî bi balafirên şer ve di dîroka 25’ê Nîsana 2017’an, di saetên sibehê de hatin hedef girtin. Di vê êrîşê de 3 endamên ragihandina YPG-YPJ jî di nav de 20 fermandar û şervanên di têkoşîna rizgariya Kurd û mirovahiyê de pêşengtî kirin û di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de rolên mezin pêk anîbûn gihaştin şehadetê. Her wiha 18 fermandar û şervan jî birîndar bûn.

Li seranserî şoreşa Sûrî de şoreşa Rojavayê Kurdistanê her tim bi êrîşên ji derve bûye hedef. Ji komên çete yên El-Nusra heta DAIŞ’ê têkoşîneke dijwar hatiye meşandin. Bi taybet ew rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ku ji bo tevahiya cîhanê metirsiyeke mezin ava kiribû, di erdnigariya Iraq û Sûrî de gelek deverên stratejîk bi dest xistibû û hemû mirovahiyê tehdîd dikir. Şervanên YPG-YPJ-QSD wekî mertalên li beramberî ev rêxistina terorî sekinî û di serî de li Kobanê di erdnigariya Rojavayê Kurdistanê de binkeftinê bi wan bide jiyîn. Ev wêrekî û fedekariya şervanên şoreşa Rojava gav bi gav li seranserî axa Sûrî belav bû û ber bi paytexta xîlafeta DAIŞê  Reqayê ve çûn. Div an qonaxên dîrokî ku çavê tevahî cîhanê li operasyona şervanên YPG-YPJ-QSD’ê ku bêtirs bi ser DAIŞ’ê de diçû, dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê êrîşî navenda birêvebirina operasyonê bi xwe kir. Qereçox, ku biryargeha navendî ya YPG-YPJ, navenda Ragihandina YPG, Radyo Rojava û saziyên leşkerî bû, di serî de ji ber imhakirina navenda birêvebirina şerê li dijî DAIŞ’ê û tevahî xebatên ku vî şerî bi cîhanê dide nasîn hatin armanckirin. Bi zêdetirî 25 balafirên şer ên dewleta dagirker a Tirk  ve Çiyayê Qereçoxê hate bombebaran kirin û hemû hêzên heyî rengê xwe yê li beramberî şerê li dijî DAIŞ’ê diyar kirin.

Di vê êrîşê de her çiqas armanc têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava û rawestandina şerê li dijî DAIŞ’ê bû daku DAIŞ binkeftinê jiyan neke, lê hêzên YPG-YPJ-QSD û tevî saziyên hatine hedef girtin hîn xurtir xebatên xwe domandin. Ew DAIŞ’ê ku ji mirovahiyê re xeteriya herî mezin bû, binkeftina wê wekî diyariyekî ji aliyê şervanên şoreşa Rojava ve ji mirovahiyê re hate dayîn. Di wê demê de jî tola şehîdan li erdê nema. Bi armanca parastina deskeftiyên şoreşê gav bi şûnde nehat avêtin, jiyana gelên me hate parastin û wê roja îro jî heman rengî gel û destkeftî dê werin parastin. Di çerçoveya parastina deskeftiyên şehîdên xwe de emê bi armanca xwe ya jiyana azad û Sûriyekî demokratîk gav bi şûnde neavêjin.

Em şehîdên Qereçoxê bi bîr tînin, li beramberî ked û fedakariyên wan rêzdariya xwe nîşan didin û di kesayeta wan rêhevalên xwe de tevahî şehîdên şoreşê, bi soza pêkanîna xeyalên wan bi bîr tînin.

Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel

25.04.2026