Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Pêşewa Soranî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin

  • November 11, 2024

Em rêhevalê xwe Pêşewa Soranî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin

Di Cotmeha 2019’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girêspî, hevrêyê me Pêşewa Soranî ku yek ji ewladê leheng ê gelê me yê welatparêz a Başûrê Kurdistanê ye, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bi ruhê netewî û seferberiyê cihê xwe di nava refên me de girt. Li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter xeta berxwedanê esas girt û sekneke berxwedêr nîşan da. Di êrîşên ku li Serêkaniyê û Girêspî berdewam dikin de derbasî xeta Kobanê bû û di encama qezayeke bêşensiyê de di dîroka 9’ê Sibata 2020’an de şehîd bû. Her çend di encama qezayên bi vî rengî de şehadeta hevrêyên me ji bo me rewşa herî dijwar e, lê têkoşîna wan ya her tim me li ser piya hiştiye esas girtiye. Bi vê minasebetê em rêhevalê xwe Pêşewa Soranî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Rêhevalê me Pêşewa jî şopdarê rêhevalên xwe ye ku beriya wî hatin û bi fedekariyeke mezin û berxwedaneke bêhempa ji bo azadiya gelê Kurd û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava şehîd bûn. Bi têkoşîna xwe re weke mînakeke şênber a ruhê yekîtiya neteweyî û yekîtiya gelê Kurd îspat kir. Berevajî gelek Kurdan, dema ku welat û gelê wî di xeterê de bûn, weke ciwanekî bi berpirsiyariya xwe ya neteweyî haydar bû û ew li cihê ku pêwîst bû li ew der bû. Helwest û sekna ku em ê ji xwe ra esas bigrin, welatparêziya rêheval Pêşewa û hezkirina wî ya ji bo gelê xwe ye. Em careke din soza xwe dubare dikin ku bê ferq û cudahiya gelan ku li herêma me dijîn, em ê weke hevrêyê xwe Pêşewa bi ruh û bawerîyeke şoreşgerî têbikoşin. Em di serî da sersaxiyê ji malbata hêja ya rêhevalê xwe yê şehîd re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Pêşewa Soranî
Nasnav: Şivan Mihemed Emîn
Navê Dayik û Bav: Tara-Xalid
Dîroka Şehadetê: 2020-02-09

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG / 11’ê Mijdara 2024