Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevrêyê xwe Cabir bi rêzdarî bi bîr tînin

  • February 13, 2024

Em hevrêyê xwe Cabir bi rêzdarî bi bîr tînin

12’ê Sibata 2024’an, li navçeya Girkê Legê, hevrêyê me Cabir El Ebo dema ku ji bo îcazeyê diçû mala xwe, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Cabir li navçeya Girkê Legê ji dayik bû û ji pêkhateya Ereb a vê herêmê ye. Xelkê me yê Girkê Legê ku piraniya wan Kurd û Ereb in, di destpêka Şoreşa Rojava de li hember dagirkeriyê xeta berxwedanê pejirandine û di serkeftinên hêzên me yên sala 2013’an li dijî dagirkeran de para wan cihê şanazî û serbilindiyê ye. Apê hevrêyê me û hevalê me Mehmûd di berxwedana Rimêlapaşa ya di dîroka Şoreşa Rojava de cihekî girîng digire, şehîd bû. Xeteriya dijmin ne tenê li ser gelê Kurd bû, di heman demê de li ser hemû xelkên li vê herêmê xeteriya dijmin hebû. Hem ji ber şehadeta apê xwe û hem jî ev rastiya dijmin da diyarkirin ku wê hevrê Cabir hîn zelaltir bikeve ferqa wê û lêgerîna xwe ya têkoşîna azadiyê bidomîne. Weke her mirovekî li ser vê axê dijî armancekê wî hebû ku ew jî azadiya hemû gelan û jiyaneke bi hev re bû. Hevrê Cabir bi vê rastiyê lêgerîna xwe ya têkoşînê temam kir û sala 2017’an ji warê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên me bû.

Hevrêyê me Cabir perwerdeya xwe ya bingehîn li herêma lê ji dayik bû dît. Di vê perwerdeyê de ne tenê di aliyê fikrî de di heman demê di aliyê pratîkî de tecrûbeyên hevrêyên xwe jî wergirt û xwe gihand wê astê ku cihê xwe li eniya pêş a berxwedanê bigire. Ji sala 2018’an şûn ve hevrê Cabir hem li Til Temirê hem jî li Dêrazorê bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bû. Li Dêrazorê di şerekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, lê ti carî xwe neda aliyekî, piştî tedawiyê hîn zêdetir hewl da tevlî pêvajoya demê bibe. Piştî bidawîbûna DAIŞ’ê ya li ser erdê, hevrê Cabir ji bo di aliyê leşkerî de hîn zêdetir bibe profesyonel perwerdeyên branşan dît. Di van perwerdeyan de xwe pêş xist. Ji ber di wê zanebûnê da bû ku dijminê beramberî me dijminekî xwedî teknolojiyeke xurt e û pêwîst e em jî li hember vê dijminî hemû hêza xwe di aliyê pisporbûn û profesyonelbûnê de xerc bikin. Hevrê Cabir ji bo serkeftina şoreşê hewldaneke bêhempa nîşan da û mîrateyeke mezin afirand.

Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Cabir û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku bîranîna hevrêyên xwe di têkoşîna me ya azadiyê de bidin jiyandin û her tim zindî bihêlin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Cabir El Ebo
Nasnav:Cabir El Ebo
Navê Dayik û Bav: Emîne – Ehmed
Dîroka Şehadetê: Girkê Legê- 13-02-2024

Navenda Ragihandina YPG
13-02-202
4