Di 25’ê Nîsana 2017’an de, di saet 2’yê şevê de, dewleta Tirk a dagirker êrîşeke berfireh li ser biryargeha me ya li çiyayê Qereçoxê, Dêrikê pêk anîn. Êrîş biryargeh, saziyên navendî, navenda ragihandinê, Radyo Rojava û hêzên me yên li herêmê kir hedef. Di encama vê êrîşê de, 20 hevalên me, di nav wan de fermandarên me yên pêşeng yên ku ji berbanga şoreşa Rojava de pêşengiya berxwedanê kiribûn û kedkarên ragihandina YPG û YPJê şehîd ketin û 18 hevalên din jî birîndar bûn.
Ev êrîş di demekê de pêk hat ku hêzên me di operasyonên girîng ên li dijî DAIŞ’ê li Reqa û Tebqayê de şer dikirin. Dewleta dagirker bi vê êrîşê dixwest Şoreşa Rojava têk bibe û dengê kesên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, bêdeng bike. Bi taybetî kedkarên çapemeniya azad ên ku di van operasyonên dijî DAIŞê de, pêşveçûna şer radigihandin hemû cîhanê di hedefa dewleta dagirker de bû. Lê ruxmê êrîşê jî, hêzên me di demeke kurt de desthilata tarî a çeteyên DAIŞê têk birin û îro jî li ser mîrateya wan şehîdan em pêşengî li avakirina Sûriya nû re dikin.
Şehîdên Qereçoxê ne tenê parastvanên axa me bûn, lê herwiha pêşengên modeleke nû ya civakî bûn ku li ser bingeha konfederalîzma demokratîk, wekheviya zayendî û hevjiyana pêkhateyan hatibû avakirin. Fermandar û rêhevalên me û her sê kedkarên çapemeniya azad Heqî, Rêwan û Şîlan, di têkoşîna me de mînakek bêhempa raber dikin. Vîna têkoşînê a fermandarên me yên şehîd û mîrateya kedkarên ragihandinê a her 3 hevalên me, îro li Tişrîn û Qereqozaxê dîsa di şexsê fermandarên egîd û rojnamevanên hêja Nazim, Cîhan û Egîdan de îfadeya xwe dibîne. Rêhevalên me yên li Qereçoxê şehîd ketin, weke mîmar û damezrînerên şoreşa me di dîrokê de cîhê xwe girtin.
Em şehîdên xwe ne tenê bi xemgînî, lê bi biryardariyeke nû bi bîr tînin. Mîrateya ku wan ji me re hiştiye, erkê me ye ku em her destkeftiyên şoreşê biparêzin û riya ku wan bi jiyana xwe vekirine, kûrtir bikin. Em soza xwe nû dikin ku em dê mîsyona wan bidomînin, kevneşopiya çapemeniya azad hîn bêhtir xurt bikin, di xebata avakirina welatek azad de bi biryardarî bimeşin.
Navenda Ragihandina YPGê | 25ê Nîsanê, 2025