Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Dijwar Dêrik di 10emîn sala şehadeta wî de bi rêzdarî bibîr tînin

  • July 7, 2025

Em rêhevalê xwe Dijwar Dêrik di 10emîn sala şehadeta wî de bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Dijwar di sala 1973an de, di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Heval dijwar ê ku di malbata xwe de gelek tevlîbûna têkoşînê û şehîd hene, di temenekî ciwan de Tevgera Azadiya Kurd nas kir û bandor bû. Di sala 1992an de tevlî têkoşînê bû û di heyama gelek salên dirêj, bi awayek çalak di xebatan de cîh girt. 

Heval Dijwar, di salên dirêj ên ku di nav xebatan de cîh girt, her tim bi ked û azweriyek mezin tevlî bû bi keda xwe derkete pêş. Di demên ku şerê azadiya Kurdistanê bi awayek giran dihat meşandin de, li Rojava û bakûrê Kurdistanê erkên girîng girt û bi berpirsiyariyek mezin pêk anî. Heval Dijwar weke qûrye, di navbera Rojavayê Kurdistanê û herêma Botanê, berpirsiyariya derbaskirina bi sedan gêrilayan girt ser milên xwe û hevalên xwe bi awyek ewle derbasî qadên têkoşînê kir. Gelek gêrilayên ku li qada Serokatî û akademiyan de perwerde dîtin, bi saya keda rêheval Dijwar derbasî herêmên xwe yên têkoşînê bûn û tevlî xebatan bûn. Heval Dijwar ê ku di sala 1997an de li cem Serokatî perwerde dît, bi hêza ku ji vê perwerdê girt, salên dirêj xebatên xwe domand. Rêheval Dijwar, ruxmê zext û zordariya rejîma BAASê û gelek zehmetiyan, bi israr û biryardarî xebata xwe domand, di xebatên xwe de gelek caran kete kêmîna hêzên dijmin û brîndar bû, lê dîsa jî ji parastina hevalên ku derbas dikir tawîz neda û mînaka fedakariyek mezin jiyanî kir.

Di sala 2003an de ji aliyê rejîma BAASê ve hate dîlgirtin û demeke dirêj di zîndanan de rastî îşkence û zextê hat. Di encam de tûşî nexweşiyên giran bû, lê ruxmê vê jî, piştî destpêkirina şoreşa Rojava, dîsa hewl da di xebatan de cîh bigire. Rêheval Dijwar di sala 2015an de, saleke piştî şehadeta xwîşka xwe Çîçek Dêrik di berxwedana Kobanî de, ji ber nexweşiyê tevlî karwanê şehîdan bû.

Em di sala 10emîn a şehadeta wî de, sersaxiyê ji malbata rêheval Dijwar û hemû gelê xwe welatparêz re dixwazin. Em destnîşan dikin ku mîrateya têkoşînê a heval Dijwar li pey xwe hiştî wê were parastin û bi têkoşîna me mezintir bibe.

Navenda Ragihandina YPG
7ê Tîrmeha 2025