Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

LÊGERÎN ÇIYA

  • June 27, 2026

LÊGERÎN ÇIYA

Mîna navê xwe bû lêgerînera mirovên azad û ji Arjantînê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê

Heqîqeta şoreşa gelan a ku li Bakurê Sûriyeyê bi hest û fikirên jinê afiriye roj bi roj ji bo hemû gelan bûye hêviyeke mezin. Her ku diçe şoreşa gelan di rastiya xwe de tovên xwe li her çar aliyê cîhanê direşîne. Şoreşa gelên Kurdistanê ne tenê ji bo gel û jinên Rojhilata Navîn, ji bo tevahî gelan û jinên cîhanê bûye çavkaniya heqîqeta jiyana azad wekhev ya ebedî.

Pergala kapîtalîst bi pêşengtiya hêzên desthilatdar îro weke cinawirekî lê hatiye û li ser gelan û jinên cîhanê bûye belayekî herî mezin. Îro ev pergala ku di cewherê xwe de talan, qirkirin, şer û kuştina jinan weke mafekî rewa dibîne di mirovahiyê de hêvî û bawerî lewaz kiriye û civak di nav pençên xwe de mûhkumî jiyana ji nirxên însanî û cîhana manewî dûr xistiye. Li hemberî vê rastiyê şoreşa Bakurê Sûriyeyê bûye hêvî, bawerî, têkoşîn, şerkirin, xwebûn û xwe parastina tevahî nirxên civakî, çandî, siyasî, exlaqî û polîtîk. Şoreşa Bakurê Sûriyeyê, temsîla tevahî nirxên bi destê jin hatibû avakirin dike. Temsîla heqîqeta jina xwe ji pençê pergala mêrê serdest rizgar kirine dike. Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ya ku xwe bi reng û şêwaza jinan avakiriye temînata azadkirina neteweya jinê ye. Li ser vê bingehê jinên cîhanê berê xwe dan vê têkoşîn û şerê xwe parastinê.

Yek ji şoreşger, têkoşer û lêgerînera li rastiyê hevrêya me Dr. Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) di encama qezaya wesayitê de gihîşte şehadetê. Hevrê Lêgerîn ji welatê bi çanda şoreşgerî ava bûyî, ji cih û warê şoreşgerê mezin Che Guvera, ji welatê Latîn Amarîkayê Arjantînê berê xwe dabû şoreşa Rojava. Heval lêgerîn yek ji wan jinên ku di hest û ramanên xwe de azadî û wekheviya gelan kiribû yek. Heval Lêgerîn bi fedekariyên mezin, bi kedekî bê hed û hesap tevlî şoreşê bû û cihê xwe di dilê hemû jinên tekoşîvan de çêkir. Heval Lêgerîn weke navê xwe bû lêgerînvana heqîqeta însanê azad û ji Latin Amarikayê Arjantînê berê xwe da rojavayî Kurdistanê. Lêgerînên wê yên bê sînor ew berbi şoreşa jinê ve anî û bû yek ji rêhevala herî sadiq a gelan û hemû jinan.

Heval Lêgerîn çend sale cihê xwe di nav şoreşê de digirt. Di qada tendûristiyê de bi hezaran hevrêyên me ji şehadetê xilas kirin. Bi fedekariyek mezin, bi moral, coş û kelecanekî bilind hevalên birîndar derman dikirin. Heval Lêgerîn her tim dixwest di eniyaa şer de cihê xwe bigire. Îsrar û daxwaza wê pir mezin bû. Di şert û mercên zor û zehmet de timî li gel hevalan bû. kesayeteke bi rastî jî xwedî enerjiyek şoreşê yê pir mezin bû. Bi evîneke mezin di nav şoreşê de jiyan kir. Dilê wê bi heskirina Rêber APO û rêhevalan ve tijî bû. di tekoşînê de xwedî îsrarekî bi wate û di jiyanê de xwedî disiplînek şoreşgerî bû. Çiqas xizmet dikir xwe kêm dît û timî dixwest hîn zêdetir xisme bike.  

Em weke hevrê , şervan û şopdarên rêya Hêlîn, Avaşîn û Lêgerînan dibêjin em ê heya dawî tekoşîna ji bo afrandina jiyaneke azad bidin. Ji bo em xwedî li nirxên van hevalên me yên şehîd ava kirine derên çi berdêl ji me tê xwestin bila werê xwestin em amade ne bidin. Em ji bo xeyal û hêviyên tevahî şehîdên di oxira avakirina şoreşa jinê de canê xwe fedar kirine pêk bînin em ê têbikoşin û li hemberî keleha zilmê, li hemberî pergala mêrê serdest, li hemberî dagikeriya ku qirkirina gelan û kuştina jina ji bo xwe kiriye armanc têbikoşin. Em ê bibin bersîv ji tevahî lêgerînên hevrêya heqîqetê heval Lêgerîn. Em carekî din soza tolhildanê dubare dikin û dibêjin wê Lêgerîn her jiyan bikin şehîd namirin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd Lêgerîn Çiya wiha ye:

Nasnav: Lêgerîn Çiya

Nav û Paşnav: Alîna Sanchez

Navê Dayikê:Patrica

Navê Bav: Rudolfo

Cîhê dayikbunê: Arjantîn 1986

Cîh û dema şehadetê: Hesekê 17-3-2018

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

22 Adarê 2018

Prev Post

Next Post