Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

ATHRO

  • June 26, 2026

ATHRO

“Di têkoşîna azadiyê de, gel her roj bi dehan canan ji dest didin û nasname û nirxên xwe diparêzin. Gelê Suryanî jî, weke Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (Mawtbo Folhoyo Suryoyo -MFS-) li refên ehrî pêş cih girtiye.”

“MFS’ê ji Şengalê heta Riş Ayno di gelek operasyonan de cih girtiye û vîna gelê Suryanî destnîşan kiriye. Di şerê li hemberî rêxistina hov DAIŞ’ê de, gelek mewzî bi dest xistiye û gelek gund û bajarokên gelê me azad kiriye. Yek ji gundên herî dawî hat azadkirin jî, gundê Til Hirmiz ê Til Temirê ye ku di 3’ê Sibatê de hat azadkirin. Lê belê çeteyên DAIŞ’ê ji bo careke din Til Hirmizê dagir bikin, di 8’ê Sibata 2015’an de bi çekên giran êrîş kirin. Di vî şerî de ji fermandarên Tabûra Şehîd Cûdî ya MFS’ê rêhevalê me Tamer Derwîş bi nasnav Athro şehîd ketiye û tevlî karwanê lehengan bûye.”

“Şehîd Tamer Derwîş, di 5’ê Nîsana sala 1973’an de li bajarê Hsîça (Hesekê) ji dayik bû, zewicî û bavê 3 zarokan bû. Li dijî neheqiyê her tim li cem gelên bindest têkoşiya û pratîka vê îspat kir. Em ê hevalê xwe Tamer Derwîş ê bi rêzdarî wî bibîr tînin, di têkoşîna xwe de li gel şehîdên xwe yên din bi awayekî bêdawî bidin jiyîn. Lewma em bang li tevahiya saziyên xwe û gelê xwe dikin ku bi dayîna bersiveke xurt beşdarî çalakiyên bîranîna hevalê me Şehîd Tamer Derwîş bibe.”

“Divê dijminên gelê me zanibin ku li gorî berpirsyarî û dilsoziya me ya bi şehîdên me re, ji niha û pê ve em ê li ti cihî rê nedin zîhniyetê Qirkirina 1915’an. Li gel hemû gelên alîgirên azadiyê, em ê têkoşîna xwe heta avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a li welatê me, dewam bikin. Em ji malbata hevalê xwe Tamer Derwîş, gelê xwe, hevalên xwe yên şervan û têkoşer re sersaxiyê dixwazin.”

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB)
11 Sibat 2015

Prev Post

Next Post