Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Ebdilhemîd Îsmaîl bi rêzdarî bibîr tînin

  • December 12, 2020

Em rêhevalê xwe Ebdilhemîd Îsmaîl bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Ebdilhemîd Îsmaîl, li roja 9ê Kanûnê, di encama nexweşiyê de şehîd ket.

Hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl, rexmê temenê xwe yê mezin, li hemberî dagirkeriyê bê helwest nema û di sala 2019 an de tevlî refên me bû. Bi vê sekna xwe yê hêja û birûmet cardin îspat kir ku, bêyî ku mirov ji bo azadiyê têkoşîn bide, tu wateya jiyanê nîn e. Û bi vê nêzikatiyê ve bi azwerî û coşeke mezin tevlî kar û xebatan bû. Her tim bi sekna xwe yê kedkar ji bo rêhevalên xwe bû mînak.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Ebdilhemîd Îsmaîl

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Mahmud

Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba | 9 Kanûn 2020

Em di şexsê hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe em cardin dubare dikin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrîn
12 Kanûn 2020