Di dîroka 22ê Gulanê de şervanê me Zagros Mabata, di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de gihîşt şehadetê. Hevrê Zagros Mabata, li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Di têkoşîna me ya li hember qirkirin û dagirkeriyê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Zagros, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tevlî karwanê şehîdan bû.
Nasnav: Zagros Mabata
Nav û Paşnav: Mazlum Silo
Navê Dayikê: Fikret
Navê Bav: Hebeş
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrin – Mabata
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê | 22 Gulan 2020
Em di şexsê hevrê Zagros de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Hêzên Rizgariya Efrîn
27ê Gulanê 2020