Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalên xwe Eynat Rojava û Ronî Cindirês bi bîr tînin!

  • December 30, 2019

Em rêhevalên xwe Eynat Rojava û Ronî Cindirês bi bîr tînin!

Rêhevalê me Eynat Rojava di dîroka 1ê Kanûnê de û Rêhevalê me Ronî Cindirês di 20ê Mijdarê de di berxwedana qonaxa dûyemîn yê rizgarkirina Efrînê de li Efrînê şehîd bûn.

Hevrê Eynat, di nava malbatekî welatparêz de li navçeya Mabeta yê bi ser Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tevli refên me bû. Hevrê Eynat, bi hêrs û kîneke mezin û heta hênase xwe ya dawî li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe domand û bi biryardariyeke mezin peywirên xwe di nava berxwedanê de bi cîh anî.

Hevrê Ronî, di nava malbetekî welatparêz de li navçeya Cindirês yê bi ser Efrînê ji dayik bû. Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve piştî ku Efrîn dagir kirin, bi bandor bûna ji têkoşîna rizgariya herêma Efrînê tevlî refên me bû. Hevrê Ronî di jiyanê de sekna xwe ya wêrek û fedakar di her kêliya jiyanê de parast û hetanî hênasa xwe ya dawiyê jî li dijî dagirkeriya Efrîne têkoşina xwe domand. Hevrê Ronî, erk û berpirsiyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirtibû bi azweriyeke xurt bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Eynat Rojava

Nav û Paşnav: Ebdilmecid Hemo

Navê Dayîk: Nesrîn

Navê Bav: Mistefa

Cih û dîroka ji dayîkbûnê : Efrîn-Mabata

Cih û dîroka şehadete: Efrîn | 1ê Kanûn 2019

Nasnav: Ronî Cindirês

Nav û Paşnav: Cihad Mihemed

Navê Dayikê: Qalye

Navê Bav: Qadiflî

Cih û Dîroka Ji dayikbûnê: Efrîn-Cindirês

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | 20ê Mijdar 2019

Em hevrê Ronî û Zinar bi bîr tînin ji malbata wan û gelê xwe re ser saxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrîn | 3ê Kanûn 2019