Rêhevalê me Rojhat Hemdûş yê ku di berxwedana me ya li diji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rolek girîng lîst, di dîroka 26’ê Nîsanê de li herêma Til Rifatê dema li ser erka xwe bû şehîd ket. Heval Rojhat yê ku di malbatek welatparêz a Efrîni de ji dayîk bû salên dirêj di nav hêzên parastinê de cîh girt, bi dagirkirina Efrînê ji di nav refên hêzên me de roleke girîng lîst.
Em hevrê Rojhat bi minnet bibîr tînin. Wê bîranîna wî di têkoșîna me de bijî!
Hêzên Rizgariya Efrînê
30 Nîsan 2019