Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

 Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

  • July 15, 2020

 Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Şahîn Amed, di roja 11ê Tîrmehê de di encama nexweşiya dil de li bajarê Hesekê şehîd ket.

Hevrê Şahîn, ji roja destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî  bi ked û fedakariya xwe dihat nasîn. Di şerê berxwedanê ya ku em li dijî dagirkeriyê dimeşînin, di asta fermandarî de erk girt û beşdarî hemû pêngavan bû. Hevrê Şahîn, erk û berpirsiyariyên xwe bi baweriyeke mezin bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;


Nasnav: Şahin Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Balcık

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Nuri

Dîroka Ji dayikbûnê: 1978

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 11 Tîrmeh 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020


Em di şexsê hevrê Şahîn de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.