Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

  • September 20, 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Di dîroka 11 Îlon 2020’an de hevrêyê me Agir Kobanê, di encama qezaya perwerdehiyê de şehîd bû.

Hevrê Agir Kobanê, di demeke ku li dijî şoreşa Rojava û bakurê Suriyê êrîşên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn de tevlî refên têkoşîna me bû. Bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar bû xwedî seknek pêşeng. Ji bandorbûna kevneşopiya çanda berxwedêr a gelan, hevrê Agir jî bi vê çanda berxwedêr li dijî her cure êrîşkarî û paşverûtiyê têkoşîn meşand. Hevrê Agir di şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsiyariyên ku wergirtibûn, bi dilsoziyekî mezin bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;


Nasnav: Agir Kobanê

Nav û Paşnav: Zekeriya Cimo

Navê Dayikê: Yeşar

Navê Bav: Nûredîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 11 Îlon 2020

Em di şexsê hevrê Agir Kobanê de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020