Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

  • June 29, 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Mazlum Serhed li roja 28ê Tîrmehê, li Hesekê di encama qezaya trafîkê de gihişt şehadetê.

Rêheval Mazlum dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistan û bakûrê Suriyê pêş diket tevli nav refên me bû. Bi bawerî û coşeke mezin kar û xebatên şoreşê meşand û hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî.

Em di şexsê rêheval Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Mazlum Serhed

Nav û Paşnav: Ercan Can

Navê dayik: Sacide

Navê bav: Dursun

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 28 Tîrmeh 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

29 Tîrmeh 2021