Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şervanê me El Eşqer El Idlibî Gihaşt Şehadetê

  • June 30, 2024

Şervanê me El Eşqer El Idlibî Gihaşt Şehadetê

Hevrêyê me El Eşqer El Idlibî (Yûsif Raîd El Ebid) dema erka xwe li eniyên Minbicê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de pêk dianî, mayinek pê ve teqiya û şehîd bû.

Şervanê me El Idlibî li gelek eniyan di nava refên Cebhet El Ekrad a di bin sîwana hêzên me de, tê koşiya. Li hemberî çete û hêzên Tirkiyeyê ya dagirker û terorê berxwedaneke mezin nîşan da.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em ê rêka wan bidomînin heta armanc û hêviyên wan ên welatekî azad û ewle bi cih bînin.

Nasmameya Şehîdê Me Qiha ye:

Nasnav: El Eşqer El Idlibî
Nav û Paşnav: Yûsif El Ebid
Navê Dayikê: Nûr
Navê Bav: Raîd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib – Cozef
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Erîma – 30.06.2024

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

30.06.2024