Şervanê me Îbrahîm El Ziêter li Kobanê di qezayekê de gihaşt şehadetê. Hevrêyê me Îbrahîm di têkoşîna xwe ya di nava hêzên me de, bê westan kar dikir. Bi lez û bez di pêkanîna erkên xwe de dihate naskirin. Mînakê dîsîplîn û dilsoziyê bû.
Em ji malbata şehîd Îbrahîm re sersaxiyê dixwazin, di heman demê de ji bo temamkirina meşa şehîdan, heta pêkanîna xewn û armancên wan, avakirina welatekî aram û ewle em biryardariya xwe tekez dikin.
Nasnameya Şehîdê Me Wiha ye:
Nasnav: Îbrahîm
Nav û paşnav: Îbrahîm Mihemed El Ziêtir
Navê dayikê: Xedîce
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê / Gundê Qeremoxê – 13.05.2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
15.05.2024















