Hevrêyê me yê têkoşînê Damhat (Îbrahîm Îsmaîl el-Hesen) piştî ku rastî lêdana elektrîkê hat, şehîd ket; ev bûyer dema ku hêzên dagirker ên Tirk guleyeke hewanê avêtin ser xeta elektrîkê ya voltaja bilind li herêma El-Terwaziyê pêk hat. Ew û hevrêyên xwe ji bo tamîrkirina xetê bi lez çûn cihê bûyerê, lê di encama vê hewldanê de hevrêyê me gihaşt şahadetê.
Hevrêyê me di qonaxên destpêkê de tevlî hêzên me bûbû û di gelek operasyonên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, herwiha di têkbirina êrîşên hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan de cih girtibû; wî di her şerê ku tê de beşdar bûbû de berxwedaneke mezin nîşan dabû.
Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbata şehîd û malbatên hemû şehîdên xwe dikin, û em soz û biryara xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku daxwaza şehîd û gelê me ya ji bo welatekî ewle û aştiyane pêk were.
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
17.07.2024
















