Du şervanên me şehîd bûn; yek ji wan di dema êrîşeke hêzên dagirker ên Tirk de ku hevrêyê me li ser erka xwe bû şehîd bû, hevrêyê me yê din jî di encama qezayekê de, dema ku erkên xwe bi cih dianî, şehîd bû.
Şervanê me “Raed Hesekê” (Ebdulmecîd Hesen Elwan) bi guleya topê ya hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan li gundê El-Sûsa yê li gundewarê Hesekê şehîd ket; şervanê me yê din, “Ferîd Xalid El-Xebrawî”, li gundewarê Tirbespiyê di dema pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe de di qezayekê de şehîd bû.
Di tevahiya dema xizmeta xwe ya di nava refên artêşa me de, şervanê şehîd Raed di çalakiyên xwe yên leşkerî de jêhatîbûneke mezin nîşan da û bû mînaka şervanekî bi dîsîplîn ku bi tundî pabendî rêzikname û fermanan bû.
Her wiha, şervanê şehîd “Ferîd” ji destpêkê ve tevlî hêzên me bûbû û beşdarî gelek operasyonên me yên leşkerî bûbû; ew di nava hevalên xwe de bû mînak û bi zîrekiya xwe ya taktîkî, leza manevrayan û jêhatîbûna xwe ya di operasyonên êrîşê de, şiyana xwe ya şer îsbat kiribû.
Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên şehîdên xwe û ji malbatên hemû şehîdên xwe dikin û careke din tekezî li ser biryardariya xwe ya berdewamkirina rêya wan dikin. Heta ku xewn û hêviyên wan ên ji bo welatekî azad ji teror û dagirkeriyê pêk werin.
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
02.08.2024
















