Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Du şervanên me di bombebarana hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan de şehîd bûn

  • October 15, 2024

Du şervanên me di bombebarana hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan de şehîd bûn

Du şervanên me di encama bombebarana bi çekên giran a hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan de, ku li dijî gundên li ser xetên pêşîn ên herêma Minbicê pêk hat, şehîd bûn. Ew li kêleka hevalên xwe yên şervan cih girtibûn da ku li hember êrîşên hêzên dagirker û çeteyan bisekinin.

Di dema wê bombebarana hovane ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li herêma Minbicê de, şervanê me “Xinemî” (Muhammed Ehmed El-Xelef) —ku di nava refên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de xizmet dikir û şervanê me “Neşmî” (Muhammed Ehmed Mistefa Mûh) ku di yekîneyên Komandos ên girêdayî hêzên me de xizmet dikir gihaştin şahadetê.

Ev her du şehîd li eniyên cûrbecûr ên herêma Minbicê xizmet kirin û li hember hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan berxwedaneke mezin nîşan dan. Ew bûn mînakên şervanên ku ji bo gel û welatê xwe li ber xwe dan û fedakarî kirin.

Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên her du şehîdan û malbatên hemû şehîdên xwe dikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê tola xwîna pak a şehîdên xwe bi hesabpirsîna ji kujer û sûcdaran hilînin û hêvî û xeyalên wan di nava welatekî ewle, aştiyane û dûr ji teror û dagirkeriyê de pêk bînin.

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

15.10.2024