Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser milê zarokên xwe yên dilsoz û rastgo bilind bûye. Bi fedakariyên wan û kiryarên wan ên lehengiyê yên mezin —bi taybetî jinavbirina rêxistina terorîst DAIŞ”ê û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê— destkeftiyên dîrokî ji bo hemû pêkhateyên wê hatine bidestxistin.
Yek ji van lehengên wêrek, hevalê me yê têkoşînê “Bawer Agir” (Can Îsa) bû, ku di dema pêkanîna erka xwe de di qezayeke leşkerî de şehîd ket.
Hevalê me yê şehîd “Bawer” ji malbateke welatparêz û hêja bû. Wî xwendina xwe ya navîn qedand û di temenekî pir ciwan de bi fikra azadiyê nas kir; yek ji apên wî di salên berê de şehîd ketibû û vê yekê bandoreke mezin li biryara wî ya tevlîbûna nava refên hêzên me û têkoşîna li kêleka hevalên xwe bi dilsoziyeke xurt û fedakariyê kir.
Heval “Bawer” beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê yên li akademiyên leşkerî yên artêşa me bû û şervanekî mînak bû ku bi hemû hevalên xwe re têkiliyeke nêzîk danîbû. Wî bi wêrekiya xwe ya di şer û camêriya xwe ya li dijî dijmin de, hezkirina wan bi dest xistibû. Ew bû xwediyê hemû taybetmendiyên şervanekî xurt; wekî şervanekî perwerdekirî ku bi hişmendî û zanînê şer dikir û bi temamî armancên ku ji bo wan şer dikir fêm dikir. Heta kêliya xwe ya dawî jî girêdayî wan rêgezên ku parastibûn, ma.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd û malbatên hemû şehîdên xwe dixwazin. Û em soz didin ku em ê têkoşîn û şerê xwe yê şoreşgerî bidomînin heta ku em hêvî û xeyalên bidestxistina welatekî ewle û aştiyane ku ji terorîst û dagirkeriyê paqij be pêk bînin.
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
06.11.2024
















