13 şervanên me ku di êrîşa çeteyên DAIŞê a li ser girtîgeha Sîna’a a bajarê Hesekê şehîd bûn ji gelên xwe û rayagiştî ra parve dikin.
Rêxistina terorî a DAIŞê ku bi hevkarîya dewleta Tirk a dagirker ra di 20ê mehê de êrîşên berfireh li ser gîrtîgeha Hesekê û taxên Hesekê kiribûn, hêzên me li dijî van êrîşan Pêngava Gurzên Gelan îlan kiribû. Di çarçoveya pêngavê da piştî û şer û pevçûnên dijwar êrîşên DAIŞê bi berxwedanîya şervanên me hatin şikandin û armancên dagirkeran serûbin kirin.
Di vê berxwedanîyê da 13 şervanên me ku 2 ji wan bira ne, bi lehengî û wêrekî şerkirin û gihîştin şehadetê. 13 lehengên me ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb in, da nîşandan ku ji bo parastina herêmê encax bi hevgirtina hev dikarin li dijî êrîşan bên sekinandin.

Em careke din dibêjin ku heta hêvî û xeyalên şehîdan û gelên me were pêkanîn em ê ji her demê zêdetir bi biryardarîyeke xûrt têbikoşin û em careke din soza xwe dûbare dikin ku destkeftîyên şehîdan em ê biparêzin. Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û gelên xwe ra dixwazin.
Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Heyder
Nav û Paşnav: Ehmed El Tebxan
Navê dayik: Zarîfe
Navê bav: Iyada
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

Nasnav: Ehmed Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed El Tewîl
Navê dayik: Rûqeye
Navê bav: Hiwêdî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 20 Çileya 2022

Nasnav: Argeş Bagok
Nav û Paşnav: Îsmaîl Hemed
Navê dayik: Kilof
Navê bav: Xilêf
Cihê ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 28 Çileya 2022

Nasnav: Zinar Qamişlo
Nav û Paşnav: Ciwan Hemê
Navê dayik: Îlham
Navê bav: Nîdal
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 26 Çileya 2022

Nasnav: Zana Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Silêman
Navê dayik: Sûmeye
Navê bav: Salih
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

Nasnav: Serhed Hesekê
Nav û Paşnav: Ednan Xilêf
Navê dayik: Erna
Navê bav: Ebas
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21Çileya 2022

Nasnav: Şûkrî
Nav û Paşnav: Şûkrî El Doman
Navê dayik: Neşmîye
Navê bav: Wadî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 25 Çileya 2022

Nasnav: Egîd El Igêdî
Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Ibêd
Navê dayik: Dahîya
Navê bav: Îsa
Cihê ji Dayikbûnê: Cezaa
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022

Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed El Salih
Navê dayik: Cemîle
Navê bav: Ayd
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Muhened Silêman
Navê dayik: Hinûf
Navê bav: Elî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21 Çileya 2022

Nasnav: Baz Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Xelef
Navê dayik: Semîra
Navê bav: Ebdilqadir
Cihê ji Dayikbûnê: Tirbespîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 27 Çileya 2022

Nasnav: Hemze
Nav û Paşnav: Mihemed El Tebxan
Navê dayik: Zarîfe
Navê bav: Iyada
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

Nasnav: Mazlûm Hesekê
Nav û Paşnav: Sedam Sibêh
Navê dayik: Sebha
Navê bav: Hisên
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21 Çileya 2022
Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê
29ê Çileya 2022












